"an independent online kurdish website
Agahdarî
__________
Di gel xem û keserekî giran mixabin îro 3-3-2021 Fatma Kaşifî hevjîna şehîd Elî kaşifpûr piştî salek nexwaşiyê li welatê Holendayê dilê wê ji lêdanê ket û malawayî li jiyanê kir.

Wê şêre jinê demeke dûr û dirêj her ji destpêka şoreşa îranê heta dawiya jiyanê hem rola bab hem jî dayîkê ji bo zarokên xwe hebû. Fatmayê çar zarok di dema 11 salan ku şehîd Elî di nav refên Hizba Demokirt de bû di şert û mercên gelek dijwar de mezin kirin. Bi tehemul kirina wan hemû derbiderî, derd û nerihetiyan û nebûna cî û warek sabit her wiha zulim û zora ku der heqê wan de hatî kirin, karî zarokên xwebi gorî hizir û ramanên şehîd Elî perwerde bike û bi rêbaza wî heta rojên dawiya jiyanê wefadar bimîne. Wê şêre jina kurd li gel mezinkirina zarokên xwe 15 salan jî serperestiya dayîka şehîd Elî li derweyî welat kir.
Ji ber belawbûna petaya corona yê û ji ber berçavgirtina protokolên tenduristî û parastina ciwakê çi rê û resim nayîne danîn.
Em wek malbata Kaşifî daxaza lêborînê ji hemû wan dost û hevalan diken ku dixwastin di rê û resmên weşartina cenaze da beşdar bin.
Ji bo peyamên serxwaşiyê hûn dikarin pêywendiyê bi wan hejmarên têlfona bigirin.
Karim kashefi +31614456515
Shoresh kashefi +31651525825
Bila serê malbatê û gelê me sax be.
Malbata Kaşifî – Kerîm
 پێشمەرگەکان:
ئێمە وەک بەڕێوەبەرانی ماڵپەڕی پێشمەرگەکان وێڕای سەرەخۆشی لە کەس و کاری  فاتما خانم، خۆمان بە شەریک و بەشداری خەمی بنەماڵە و کەس و کاری خوالێخۆشبوو دەزانین.
ڕووحی شاد و سەری کەس و کاریان خۆش بێ
نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی