"an independent online kurdish website

Gelek heyf e ku hindek kesên mêrxas, egîd û welatparêz beşek li temen û jiyana xwe gorî armanc û azadiya welatê xwe dikin yan jî li wê rêyda şehîd bibin, lê basek ji wan nahê kirin. Yek ji wan kesên mêrxas û qehreman ku jiyana xwe pêxema netewa xwe de gorî kir, kek Firamerz Osmanî kure Îbrahîm Osmanî ye ku li sala 1335an li gundê Memekan ê herêma Soma ya ser bi bajarê Ormiyê li dayik bûyeferamerz_osmani_1

.
Wî jî wek beşa herî zêde ya zarokên gundan zarokatiya xwe li kûçe û kolanê gundê xwe (Memekanê) li ber pez û berxikan derbas kiriye. Herwisa heta pola pênca destpêkî li gundê Memekanê çûye xwendingehê û xwendiye. Lê mixabin ji ber destkortiya malbatê nekariye xwendina xwe bidomîne.
Firamerzê genc û nazdar neçar dibe di wî temenê piçuk de mil bide ber karê zehmet ên kişt û kalê li ser erdê bab û bapîran û heta bikare hindek barê giran ê jiyana gundîtiyê li ser milê malbata xwe kêm bike. Ew di kar û xebatê de pirr bihêz û qawet û zîrek bû. Firamerz Osmanî di temenê 18 saliyê de diçe serbaziyê û li dema serbaziyê digel gellek bê edaletiyên dinê di sîstemê û civakê de nasiyar dibe. Lê çi derfeta xebatkirinê li dijî wan bê edaletiyan re nabîne, lewma ew zilim, zor û bê edaletî hemû li ser dilê wî gencê Kurd kom dibûn û wek kul û keser lêdihatin.
Heta sala 1357 an şorşa gelên Îranê li ser zilm û zordariya hikumeta Malbata Pehlewî serket. Netewa Kurd jî ku salanê sal bû li dijî rêjîm û hikûmeta malbeta Pehlewî xebat kiribû bo azadî û serbestiya Kurdistanê. Ew malbata ku sedan û hezaran Kurd kuştibûn ya jî darve kiribûn, li serveyî hemûyan, Simkoyê mezin û navdarê Kurd û Pêşewa Qazî Mihemed wek yekemîn Serokmarê Kurdistane û rêberê PDKI. Derfeteke mezin bo Kurdan bi rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) li Îranê çêbibû ku Partiya Demokrat mîratgirên Simkoyê Şikak û Pêşewa Qazî Mihemed bikarin armancê wan bi destve bînin. Bo vê meremê partî bilez dest bi kar û xebata xwe li Kurdistanê bi giştî û li bakûra Rojhelata Kurdistanê bi taybetî kir.
Firamerz Osmanî sala 1359an bo hindê bikare armanc û xweziya dilê xwe û rizgariya gelê bicî bîne û bê edaletiyê di nav civakê de nehêle, hate nava refê pêşmergên PDKI li hêza Qehreman. 
Firamerz hêja mirovekî reştale û kêm qise û mend û xwediyê qise û gotinên xwe bû. Digel xelkê û hevalên xwe pirr hêdî û hêmin û serxwe bû, lê li şer û berxwedana li dijî dijmin û neyaran hind bi kerb û kîn û eniyat bû. Rastî ew qehremanekî bê hempa bû, hemû hevalên ku digel Firamerz bûyî wê dipejirîn. Ew yek ii dost û hevalên herî nêzîk ê fermande Hesen Îbrahîmî bû, digel hev pirr henek û yarî dikirin. Ji ber zîrekî û qehremaniya xwe berpisayetiyên cur be cur yên eskerî di nav hêza şehîd Hatem de wergirtin, wek çêgirpeliyê, serpelî û serdeste. Li bihara sala 1363an rêjïma Îslamî ya Îranê, hêriş kire ser herêmên bin kotrola pêşmerge û piştî şer û berxwedaneke mezin a xelk û pêşmergan karî gund û herêmên di bin kontrola pêşmergan de dagir bike. Dibe bête gotin heta wê demê hêza bergiriya millî ya Simko di herêmê de hebû ku li derveyê rêkxistina PDKÎê û li jêr fermadariya rehmetî Tahir Xan ê kurê Simko ê mezin û rêber de kar û xebata xwe li dijî Komara Îslamî birêve dibir. Lê piştî dagirkirina herêmên azad ji aliyê hêzên Îranê ve, berêz Tahir Xan Simko ji ber temenê xwe yê mezin û zirûfa dijwar a xebatê nekarî dirêjiyê bide xebata xwe û naçarî digel hindek kesên nêzîkî xwe rû li welatê Tirkiyê kir û li wê derê bû penaber. Herwisa ferman da ku hêza bergiriya millî ya Simko jî digel kurê wî Gargarîn bikevine nav refên PDKIê. Hewcey bête gotin ku her wê demê hêza şehîd Hatem û kadroyên wê jî bibûne du beş, beşik digel partiyê û beşek jî digel rehmetî Senar Mamedî bûn. Komîta Ararat ku wê demê li Şimala Kurdistanê (bakurê Rojhelata Kurdistanê) rêberiya partî dikir, ew beşa hêza şehîd Hatem ku digel partiyê mabûn, digel hêza bergiriya millî ya Simko, dîsan wek hêza şehîd Hatem bi Fermandariya Gargarîn Simko û cêgiriya Hesen Îbrahîmî hate rêxistin.

feramerz_osmani_2
Firamerzê qehreman û egîd di wê sazimandehiyê de wekî fermande Lik hate diyarîkirin. Hewce bi gotinê ye ku digel dagirkirina herêmên azad, şêwazê şer û xebata pêşmergan jî hate guhartin û derbasî qonaxeke taze bû. Li sala 1358 an heta sala 1363an hêzên Pêşmerge şerê cepheyî û parastinê dikirin, lê piştî dagirkirina deveran, pêşmerga dest bi şerê partîzanî kir. Kek Firamerz Osmanî wek fermandeyekî eskerî gellek zû xwe û pêşmergê jêr fermandehiya xwe digel zirûf, fend û taktîkên şerê partîzanî rahat û karî di wî şêwazê xebatê da jî kesekî serkevtî be. 
Firamerzê pêşmerge û welatparêz li dema teslîmbûna Gargarîn û hevalên wî bi dijmin, dîsan rolekî gellek baş û erênî hebû. Ev yek ji havkar û hevhizrên kek Hesen Îbrahîmî bû û bi hemû awayekê hewl dida ku Gargarîn û hevalên wî teslîmî dijmin nebin û navê malbeta Simko ê mezin û rêber erzanfiroş nekin. 
Firamerz ê jêhatî di para herî zêde ya şer û emelyatên herêmên Selmas, Şipîran û Somayê da beşdar bûye û herwisa jî li herêmên din ên Şimala Kurdistanê da bêpar û pişik nebûye. Kek Firamerz ê fermande her çend digel heval û hogirên xwe kêm qise û hêdî û hêmin bû, lê di şeran hinde egîd û zîrek, çeleng û çapek bû. Ewî di şerê sê rojî de bi başî jêhatiya xwe nîşanî dost û dijminê xwe da. Ew di wê emelyatê de wek fermandê tîmekê bo hesastirîn cih hatibû diyarîkirin, ew jî lêdana binka Sipaha Pasdaran bû li nava bajarê Selmasê.
Firamerz û hevalên xwe derbeke mezin li dijmin bidin û bi silametî vergerine bal hevalên xwe. Herwisa firamerzê qehreman li şerên gundê Berdiyan û Ceterê jî egîdî û mêrxasî afirandi.
Bihara sala 1364 an hêza şehîd Hatem û Sergurd Ebasî li ser daxwaza rêberiya partiyê çûne derdora bargehên rêberiyê li gund û çiyayên navbera Rojhelat û Başûr nêzîk bajarokê Karêze ê ser bi bajarê Silêmaniyê. Firamerz Osmanî, gellek baş li wan derfet û îmkanên ku li derdora binkeyên rêberiyê hebûn, mifah wergirt ji fêrbûn û xwe pêgehandinê. Li bihara sala 1365an, li ser wan guhartinên ku li Rojhelatê Kurdistanê û herwisa li taktîk û şêwazên dijminayetiya komara Îslamî a Îranê li dijî bizava Kurd pêk hatibû, PDKI jî li hember wan guhartinan dest bi sazimandehî û taktîkên nû kir. Di wê rêxistina nû ya partiyê de her sê hêzên şehîd Hatem, Sergurd Ebasî û Niho û digel kadro û komîtên wan li yek xistin û li cihê wan Hêaz Agirî û Melbenda Şimal pêk hat. di wê sazmandehiya nû de kek Firamerz wek serpelê peleke hêza Agirî hate diyarîkirin.
Bo Firamerzê xwedî bîr û bewer post û pile zaf girîng nebûn, wî hertim bi dilekî şewitî bo bidestveanîna armancên xwe û netewa xwe ya bindest xebat û fidakarî dikir. Ewî di sala 1365an de li bajarê Şinoê bigre heta bajarê Selmasê digel fermande û hevçeperên xwe mêraniyê bêhempa afirandin, sedan li hêzên dijmen û dagirker kuştin û herwisa sedan birîndar û êxsîr girtin. Her wê salê çendîn binke û paygahên eskerî yên dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi destê pêşmergên egîd û çeleng ên hêza Agirî li devera bnakurê Rojhelatê Kurdistanê hatin girtin. Firamerz ê dgît, xwaşmêr û netirs ei beşê herî zêde ya wan emelyat û şeran de rolê berçav hebû, lê ewî wek nindek kesan çigan basa mêrxwasî û egîtiya xwe nedikir.
Mixabin kek Firamerz û kek Hesen Îbrahîmî li ber hindeke astengên navxwayî di sala 1366 an de dest li pêşmergetiyê anîn û bera xwe dane welatê Tirkiyê û heta li wê derê jî re derbasî yek li welatên Ewropa bibin. Lê mixabin li Tirkiyê jî ketine dafika hindek kesên xwefiroş, qaçaxçî û xolamokên dijmin. Karbidest ü terorîstên Komara Îslamî jî dixwastin bi her awayekî dijberên xwe nav bibe. Bo wê meramê roja 10/7/1367 an bi alîkariya xwefiroşan kek Firamerz Osmanî û kek Hesen Îbrahîmî fermandarê jêhatî bi pîlaneke nemirovane li welatê Tirkiyê berev Rojhelata Kurdistanê dibin û li nêzîk gundê Kêsîs bi dêxne dafika xwe û di yekemîn destdirêjiyê de Kek Hesen Îbrahîmî şehîd dibe û kek Firamerz jî bi birîndarî dikeve destê wan. Piştî ku Firamerz qehreman bi êxsîrî kete destê dagirkeran, bi tundtirîn şêwe tê eşkence û azardan, lê ew bi mêrxwasî berxwe dide û teslîmî xwestekên wan nabe. Lewma jî li roja 27/5/1368 an li girtîgeha bajarê Ormiyê da hate darvekirin. 
Firamerz şehîd piştî xwe du zarok bi navên Şemsedîn û Şerîfe cih hiştin. 
Belê, ewa jî beşekî pirr piçûk bû li jiyana Firamerzê xebatkar.
Hêvîdar im ku em wek hevçeper û hevalên wan şehîdan, bikarin erkê xwe bicî bînin.

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی