"an independent online kurdish website

Piştê hewldana derbeya 15 Temuzê, Waliyê Diyarbekir di çarçoveya yasaya Rewşa Awerte (OHAL) da daxuyaniyek belav kirpsk_psk_nu
.

Li gor vê daxuyaniyê, ji 15ê Tirmehê pê ve tevî miting, komcivîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê ûwd tên qedexekirin.

Eşkere ye ku ev biyar li dijê prensibên demokrasiyê, maf û azadiyên mirovan yên bingehin û azadiya raman û xwe îfadekirinê ye.

Xuya ye ku, biryara Waliyê Diyarbekir wê li herêmê rewşa siyasi ya ku xirab e hin aloztir bike. Pêşî li hewldanên jibo maf û edaletê bigre û rê li ber kêşeyên nûh veke.

Tiştê ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêwist e ne Rewşa Awarte ye ne jî qedexeyên nu ne, lê bêtir demokrasi û azadî ye.

Rewşa aloz û tarî ya îro bi xwe encama siyaseta dewletê ya li ser qedexe û şiddetê ye. Di rewşêke usa de çawa dibe ku hewcedari bi qedexeyên nu dibe?

Jibo ku mirov vê rastiyê nebine, divê mirov ji dîrokê tu dersêk dernexistibe.

Em carek din dubare dikin û dibêjin; zihniyeta qedexekar duh jî tu kêşeyêk safî nekir, îro jî nikare bike.

Divê Rewşa awarte (OHAL) demek zutir rabe û ev biyarên qedexekar bêne betal kirinê.

Çareserî di demoqrasiyê da û safîkirina pirsa Kurd bi awayeke aştiyane û wekheviyê da ye.

17.08.2016

Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی