"an independent online kurdish website


Di hevpeyvînekê de di gel bernameya Pencemor ya televîzyona Rudaw, Serokê Partiya Pêşvero ya Kurdistana Rojava Birêz Hemîd Derwêş, balkîşande ser gelek mijaran û dîroka xwe û partiya xwe û herwiha basê gelek kesayetiyên Kurdistanî kir. Li vir ez dixwezim bi kurtî basê du mijaran bikim ku birêz Derwêş di hevpeyvîna xwe çendîn car tekez li ser kirhamid_darwish
.


Birêz Derwêş di piraniya axaftinên xwe de bi awayekî basê dîroka xwe kir ku wekî lehengekî gelek serkêş dihate berçawan. Wekî mînak birêz Derwêş çend car basê xwe bi vî awayî dikir: Ez baştirîn bûm! Partiya me çalaktirîn partî bû! Ez hertim yekem bûm! Em 3 kes di Parlementoya Sûriyê de bûn, lê 3 kesên başşşşş! Min dizanî dê wisan be! Min dizanî Barzanî dê di gel Hikûmeta Iraqê êrîşî YNK bike! Min dizanî Mam Celal dê di gel Îranê rêk bikeve û min dizanî…! Kemal Burkay pir xirab bû! mam Celal guhdarî tu kesî nedikir! Dr. Qasimlo pir mexrûr bû û …

Birêz Derwêş di gel rêz û hurmet ji bo xebat û dîroka te, lê ez li gel van axaftinan nînim, li ber çend sedeman: Mirovên xwedî dîrokek baş tu car bi xwe medhên xwe nakin, û însanên zana tu car kesên din bi nezan û nebaş nadin xuya kirin, xasmanî ew kesên ku di derbasbûyî de hevalên wî be. Îmkan nîne ku hemû hevalên min baş nebin, lê ez baş bim! Ev li gorî pisokolocî jî ne cihê qebûl kirinê ye.

Birêz Derwêş tu mirovek bi temamî xirab nîne yan berevajî. Tu ku hertim basê xwe bi başî dikî û kesên din bi xirabî, yanê nabe carekî jî berevaj be?

Çendîn salan di Parlementoya Sûriyê de bûyî, lê tu xebatekî wisa berçav ji bo kurd û Kurdistanê nehatiye kirin. Tu dibêjî ku we ji bo kurdan pir baş kar kir, lê çima tu caran kurd li Sûriyê bi resmî nehatin qebûl kirin? çima niha jî hejmarek yekcar zaf li kurdên Rojava bê nasname ne? ger we nekarî nasname bo xelkê xwe bistînin, we çi kir?

Serhildana Qamîşlo ku yek ji mezintirîn destkewt û dîrokekî pirşngdar ya gelê me li Rojava bû, tu li dijî bûyî? bi salane tu pereyan ji Hikumeta Sûriyê distînî!!! çawan tu dijî wanî? û …

Birêz Derwêş di beşekî axaftina xwe dibêje ku Dr. Qasimlo gelek mexrûr bû, edî ev ji bo pêkenînê başe!!!

Li vî ezê basê çend cudahiyê di navbera Dr. Qasimlo û Hemîd Derwêş bikim, her çend ew nayên hemberî hev, lê tenê ji bo naskirina zêdetir ya wan ji aliyê xwendevanan. Dema Dr. Qasimlo tevlî şoreşê bû, xwedê her tiştî bû, lê dema çû, tenê pirtûkxana wî hebû ku ew jî pêşkêşî partiya xwe kir. Lê dema birêz Derwêş tevlî şoreşê bûyî, kesekî hejar bû û niha xwediyê bi mîlyonan dolaran e!!!

Dr. Qasimlo di demekê de ku rêberiya şoreşekî çekdarî dikir, lê hertim wekî kesî sivîl derdiket (bi gotina kesî nêzî wî). Lê Hertim çendîn kes derdora birêz Derwêş hene!

Dr. Qasimlo tu car nehêşt wêneyên wî di bargehên partiyê de bên hilawîstin, lê di bargehên partiya Pêşvero çend wêneyên Birêz Derwêş hertim xuya ne!

Dr. Qasimlo hewlda ku pêşiya ferperestiyê bigire û ji xwe ve destpê kir, lê Birêz Derwêş berevaj, tev hewla wî xwe derxistin wekî kesekî karîzmatîk e! Êdî kêjan mexrûre???

Niha û piştî 27 salan Qasimlo wekî rêberekî bê hehta tê naskirin ku bi mîlyonan kes alîgirên fikrên wî ne, lê Birêz Derwêş????

Di dawiyê de gelek cihê heybetiyê ye ku di dema niha de, birêz Derwêş bi vî awayî li ser hevalekî xwe daxive. Ez hêvîdarim ku destê dijmin di vê helwestê de nebe.

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی