"an independent online kurdish website

 Kek Hesen Îbrahîmî ê fermandar û hevalên wî bi biryara Gargarîn gelek xemgîn û dilgiran dibin, lê ev nekewine bin bandora axfitin û teslîm wî. Ev wek çiyayê Agirî qurs û qahîm radiwestên û moralê bilind dikin. Fermande Hesen roleke mezin dilîze û

hesen_bazuka_1
hemû kadro û pêşmergeyan şîret dike ku çewa tevbigerin.


 Lê gelek hevalan nedizanî li erdêne yan li esmanan. Li kerb û kîna xwe re serhev çokên xwe li ser erdê digorîn û sîre sîra didanên hevalan bû. Lê min (me) bi her awayekî be bi dest û çav û gotinan heval têgeyandin ku hêdî û ser xwe bin. Hemû tiştek li kontrola wan da bû.» Kek hesen digot: her piştî civînê hevalên wek Firamerz, Yosif, Birahîm, Nayib û çend kesên din dixwestin her li nav gund de Gagarîn û wan bikne armanc û bikujin, lê me ew yek baş nezanî û me nehêla ew yek biqewime.» Hesen ê qehreman lêzan û bêhnfire hemû ew hevalên ku nedixwastin teslîmî dijmin bin yek bi yek û deste deste li gund derxistin û dûmahiyê jî bi xwe û çend hevalên qehreman û egîtê xwe gundê Çeterê bo Caş û xwe firoşan cî hêlan û hatin û gihîştin komîta Ararat ê ku rêberiya hizbê dikir li Şimala Kurdistanê. Rolê kek Hesen li wê bûyerê da gelek berçav û diyar bû.

 Pîştî wê bûyerê û teslîmbûna wan xwefiroşan, kek Hesen bû fermandarê hêza Şehîd Hatem. Ewî li dema fermandariya xwe de gelek şer û emelyatên mezin û berçav fermandehî kirin û bi rêwebirin. Yêkek li wan elmelyatên here berçev û bibandor ku bi fermandariya wî zor serkeftiyane birêve ço, emelyata her sê hêzên şehîd Sergurd Ebbasî, hêza Niho û Hatem bû ku li roja14/10/1363 an hemaheng û yek dem li ser cada Urmiye û Tehranê, lêdana binka Sipahê Padaran li nava bajarê Selmas û şevitandina binkeyên hikûmetî li derdorê bajarê Selmasê bû.

 Her çend fermandarên hêza Shehîd Niho û Sergurd Ebbasî û herwisa kek Rehîm Salihzade berpirsê hemahengiya hêzên komîta Ararat ê li wê cevlê da bûn, lê ji ber beledî û jêhatîbûna kek Hesen, ew ji bo fermandariya wê hate diyarî kirin. Ez bi xwe wê rojê li destpêka emelyatê heta dawiyê li gel kek Hesen Îbrahîmî ê fermandê jêhatî de bûm, Birastî li deşt û baniyê bajarê Selmasê û rêya Urmiye û Tehranê agir li ser serê dijmin de dibarand û bi dengê qirmîn û teqîna çekên pêşmergeyan bû ku

 dijmenê dilreş û dagîrker dibizdand. Hesen fermander jî li gundê Zêwecûka Selmasê ferman dida ku çi bikin û çewa tevî hev

hemaheng bin.

hasan_ebrahimi_1

 Hemu ew armancên ku bo tîmên pêşmergeyan hatibûn diyarî kirin, bi başî armancên xwe pêçan û zerbê mezin li dijmen dan û hemû kadro û pêşmerge jî sax û silamet li emelyatê vergeriyan. Dijmin ku li wê emelyat û bernamerêjiya fermande Hesen li nav bajarê Selmasê û rêya tiranzîtiya Urmiye û Tehranê zerbeyek giran xarbû, şêt û har bibû. Ber hindê jî roja dawiyê bêwestiyan hêriş kire ser pêşmergeyan li gundê Berdiyanê. Disan li wî şerî de jî deyan kes li hêzên dijmen bi destê hêzên pêşmerge hatine kuştin û birîndar kirin. Lê mixabin pêşmergeyek jî bi navê Fîroz Omerî hate şehîd kirin. Her wisa roja piştî 16/10/1363 an disan dijmin hêriş kire ser pêşmergeyan li gundê Çeter ê ku bi şerê sê roje bi nav û deng e. Divê bête gotin ku li wan sê rojan da zêdetir li 400 kes li hêzên dijmenê dagîrker hatin kuştin û gelek jî hatin birîndar kirin.

 Li şerê roja dawiyê li gundê Ceterê de mixabin 12 pêşmerge şehîd bûn û deyan pêşmerge jî bi sivik û giranî birîndar bûn. Dibî bête gotin ku neqş û rolê fermande Hesen Îbrahîmî li wan rojê dawiyê da jî zor berçav û xûya bû. Bihara sala 1364 an hêza şehîd Hatem bi fermandariya kek Hesen Îbrahîmî bo parastina binke û bargahê rêberiya partiyê çone gund û çiyayên navbera Başûr û rojhelat ê wek Kanîmîrê û Karêze ser bi bajarê Silêmaniyê. Di heyama wan çend mehan de ku kek Hesen li derdora Bîroya siyasî bû, hertim mijûlê xwendin u xwe amadekirina hizrî de bû. Her wisa jî li kongra 7an ya partiyê de jî beşdar bû. Heta bihara sala 1365 partiyê carek din sazmandehiyeke taze li nava komîte û hêzên xwe de pêk anî.

Li wê sazmandehiya nû de her sê hêzên Hatem, Sergurd Ebbasî û Niho bûne yek hêz bi navê hêza Agirî û komîteyên Ararat û Urmiyê jî bûne Melbenda Şimal. Kek Hesen ê fermande û xwedî tecrube û rêveber li wê sazmandehiya taze de wek serlikê lika sê ku li pêşmergeyên hêza Sergurd Ebbasî û Hatem a pêşîn pêk dihat, hate diyarî kirin. Ewî li sala 1365 an da li şerên hêza Agirî û Kêleşîn li devera Şino ê, girtina payegaha gundê Emrabadê, li şerê Bozê Sîna, li girtina paygahên gundê Mîrdavûd li herêma Biradostan, girtina paygaha gundê Spîdere li herêma Şiprian ê, girtina paygaha gundê Kûra Nişîv li herêma Enzelê û gelek emelyatên dinê wek wan rol û neqşek zor diyar û berçav hebû. Kek hesen di payiza sala 1366an de dest ji pêmergetiyê berda u i gundek Bakûrê kurdistanê li gel heval Firamerz û zarokên xwe akincî bû.

 Mixabin kek Hesen û kek Firamerz li aliyê xayînekîve bi pîlanên karbidestên komara îslamê we pîlan bo tête danîn û roja 10/01/1367 li kêleka gundê Kirsîs a Selmasê dikevine nava dafik û bosa dijmin û mixabin Hesen ê fermade şehîd dibe û Firamerz jî bi birîndarî êxsîr dikeve destê dijmen. Firamerz jî piştî şikeceyek zor roja 27/5/68 li girtîgeha Urmiyê da hate lidardakirin. Kek Hesen Îbrahîmî li temenê lawêtiya xwe de digel keçeke Kurd bi navê Têlî yê dizewice û dibine xwed çar zarokan bi navê Sitare, Ekrem û Raziye ku keçin û herwisa kureke bi navê Îrec. Belê ewa jî serpêhata Hesenê welatparêz û gel dost.

 Belê, dijmin û caş û xayînan salan cehd kirin ku şervnê Kurd û pêşmerge û fermandarê PDKÎ ê li navbibin, lê nekarîn li dema pêşmergayetiyê de bigihîjn wê armanca xwe ya gemar. Lê mixabin piştre bi hêsanî lê bi mixenetî ew fermanderê hêja li navbirin. Bila rihê şehîd Hesen Îbrahîmî û Firamerz Osmanî û hemû şehîdê rêya rizgariya kurd û Kurdistanê şad be.

 Dawî

hasan_ebrahimi_2

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی