"an independent online kurdish website

Gelek azadiyê bixwaze, divê nirxa wê azadiyê jî bide. Ewa jî yêkik li gotinên rêberê zana û navdarê Kurd dr. 
hesen_bazuka_1
Abdullrehman Qasimlo ye ku îro bûye gotina her Kurdekî.

 Belê, ew gotin çende rast û bi cih hatiye gotin. Ewa gelê Kurd bi sedan sale nirxa wê azadiyê bi hemû awayekî dide lê hêşta jî bi tewawî negihîştiye wê azadiyê. Lê gelê me bêwestan û mandîbûn bo bidest anîna wê hertim xebat kiriye û dike, herwisa bi gorîkirina baştirîn keç û xortên xwe û bi malwêranî, zîndan, girtin û eşkence nirxa azadiyê dide. Yêkik ji wan kesê ku canê xwe kirî goriyê wê azadiyê, kek Hesen Îbrahîmî naskirî bi Hesen Bazûke ye.
 Hesen Îbrahîmî li sala 1334 an li gundê Memekan a devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê ji dayik bûye. Navê dayika wî Zeyneb Cihangîrî û navê bavê wî kerem e. Kek Hesen ê hêja zarokatiya xwe li gundê Memekanê derbas dike û heta kilasa sê a nawendî diçe xwendingehê û xwendina xwe berdewam dike. Lê piştî bidavî anîna xwendina nawendî, mixabin li ber dest kurtiyê nikare dirêjiyê bide xwendina xwe û nejibidilî dest li xwendingehê û xwendinê hildigre û neçar dest bi kar û kasibiyê dike bo alîkariya malbeta xwe.
 Kek Hesen kesekî zîrek, jêhatî û dûrbîn bû. Bo wê hindê ku bikare xwe û malbeta xwe rêwe bibe û çavê wî destan nebe, rû li karê mikanîkiya maşînan kir ku wê demê kêm kesê gundan (gundî) xwe li karê wisa dida. Wek mirovekî zîrek û xebatkar gelek zû ji karê xwe de serketî bû. Ewî heta sala 1357 a ku şoriş û serhildana xelkên Îranê dijî rêjîma Pehlewî serkeft, karê xwe yê mikanîkiyê domand. Lê dema şorişa gelên Îranê serkeft û gelê Kurd jî bi rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Bakurê Rojhelatê Kurdistanê dest bi kar û xebata eşkere kir, kek Hesen ê xwedî kar û pispor, Hesen ê xwedî jin û zarok bona bidest anîna armanc û daxwaziya gelê xwe, wek sedan gencê din yê Kurd li deverê bera xwe da nav refên pêşmergeyên PDKÎ ê û bû pêşmerge li hêza Qehreman li bajarê Selmasê û herêmên derdorê. Wê demê fermandarê hêza Qehreman, nemir Sennarê 
Mamedî kesayetiyê naskirî û şoreşger bû.
 Kek Hesen ku kesekî zîrek û egît bû, gelek zû jêhatîbûn û qehremanetiya xwe di kar û xebata pêşmergatiyê de jî da nîşan dan û li demeke kin karî berpirsayetîyên eskerî dinava partiyê da verbigre û heta bigîje axerîn pila eskerî dinav hizbê da. Kek Hesen ê fermande ku mirovekî bi bejn û bal û navmilpan bû, yekemîn sîlaha ku bo rizgariya gel da ser milê xwe Bazûka bû. Ewî karî bi mûşekên Bazuka ya ser milê xwe gellik cih û binkê dijmin û dagîrkeran ser serê wan de wêran û nabûd bike. Her ber wêyekê bû ku kek Hesen li herêma şimala Kurdistanê (Bakûrê rojhelata kUrdistanê) de bi Hesen Bazûka dihate naskirin. Ewî li pişka herî zor ya şer û operasiyonên herêmên Selmas, Şipîran, Soma û Geliyê Sûlê da beşdar û mêranî afirandiye. Ew kesekî xweş-exlaq û pir yarî û henekker bû. Heta mirov lê nêzîk neba, nedizanî ku ew çende mirovekî xelkî û xakî û qise xweş e. 
Hêza Qehreman ku piştire navê wê bû hêza Şehîd Hatem, Kek Hesen li wê hêzê de pileyê fermandariyê yek li pey yekê birîn û bû serpel, serdeste û serlik. Kek Hesen xêncî wê hindê ku di warê şer û fermandariyê da lêzan û pispor bû, herwisa li hêla siyasî û civakî da jî şareza bû û gelek baş dizanî ku çewa tevbigere û helwêstê bigre. Ewî li hemû ketin û rabûn, ladan û cuda bûnên ku di nava Partiyê bi giştî û li Bakurê rojhelatê Kurdistanê bi xasmanî qevimîn, li hemûyan da, her dîsan ewî li dawiyê da PDKÎ heldibijart. Piştî hêrişa seraserî a komara îslamî a Îranê li buhara sala 1363an ya mişextiya rojî de bo ser herêmên bin deshilata pêşmerge û dagîrkirina wan herêman li aliyê rêjîmê ve, guhartin li hêza şehîd Hatem de pêkhat.
 Heta wêdemê beşek li hêza şehîd Haten digel Partiyê û beşek jî digel nemir Sennar Mamedî bûn. Herwisa hêza bergiriya millî ya Simko hebû ku li derveyê rêkxistina PDKÎ ê û li jêr fermadariya rehmetî Tahir Xan ê kurê Simko ê mezin û rêber de kar û xebata xwe dijî komara îslamî birêwedibirin. Lê piştî dagîrkirina herêmên azad li aliyê hêzên Îranê ve, beşik li hêza bergiriya millî ya Simko li gel Tahir Xan ê rehmetî bera xwe dane welatê Tirkiyê û bûne penaber û beşek din jî bi fermandariya Gargarîn ê kurê Tahir Xan hatine nava partiyê. Komîta Ararat ku rêberiya hizbê li Şimalê dikir, ew hêza bergiriya millî ya Simko û digel wan pêşmergeyên hêza şehîd Hatem bi fermandariya kek Hesen mabûn, kirin yek û dîsan hêza şehîd Hatem bi fermandariyaGargarîn û cêgiriya fermande Hesen Îbrahîmî hate birêxistin.
 Mixabin her piştî çend mehan, Gagarîn tab û taqeta pêşmergatiyê neanî û bi nepenî û binwe digel Caş û pasdaran destê xwe têkel dike û gelek erzan xwe û şoreta malbetê bi dijmen difroşe. Lê ji ber hizbîbûn û egîtî û netirsiya kek Hesen û hevalên wî nediwêrî bi eşkere û ron wê xwefiroşıyê di nav hem hêzê de bas bike. Gagarîn ê erzanfiroş û hevalên wî baş dizanîn ku fermande Hesen û hevalên wî ên wek Hacî Cundî, Firamerz Osmanî, Keşfedin Rad, Ahmed Kurdnijad, Meheme Salıh Qadırî, Yosif Kenanî, Fetulah Xûbayî û gelek kesên din yên wek wan hinde parî û loqmeyeke piçûk nînin ku wa hêsanî qort bike yan jî li partiyê cuda û teslîm bike.
 Ewan hisabeke taybetî bo kek Hesen dikir. Li ser û bendê meha Mijdara sala 1363 an Gagarîn Simko( lê rastî min pir pir pê heyfe ku nav û şoreta Simko ê mezin bo wî bikar bînim. Mixabine ku kesên wek Gagarîn li wê malbetê da derketin) û hevalên wî qewlê xwe teslîmkirinê dabûne dijmenê dagîrker. Li aliyên dinê jî digel kesên wek fermande Hesen Îbrahîmî û deyan hevalên hizbî rûberû bû ku amade bûn heta mirinê li gel û Partî û armancên xwe xwedî derkevin û şer bikin. Gargarîn nedizanî niha çewa xwe derbas bike. Bo wê mebestê hemû hêza şehîd Hatem û kadroyên komîteya Selmasê li gundê Ceter ê kom dike. Lê wan hereket û gote gotan re kêm û zor diyar bû ku Gargarîn pîlanek şûm û qirêj heye. Hemû kadro û pêşmerge tên haydar kirin ku bo civînê li mizgefta gundê Ceterê kom bin. 
Kek Hesen û hevalên wek Hacî Cundî wiha basa wê rojê û civînê bo me dikirin: " her dema ku em çone gundê Ceter ê, basa civînê hate kirin û hemû tiştek ron û eşkere bû. her kesî çeka xwe gitibû destê xwe û amade û dipirsî kê digel kê ye, kê xwe firoşe û kê hizbî û Kurd e? Dema dawakirin ku hemû kes bo civînê bête mizgefta gundê Çeterê, êdî rêzbendiya hizbî û xwefiroşa ron bû. Berhindê ewê ku hizbî bû û amade nebû teslîm be, neçû civîn. Tenê berpisê komîtê kek Niho Mihîzade û çend kesekî dinê çon ku bizanin rastiya meselê çiye. Heta wê demê jî her tiştek li şik û gomanan dabû. Li ber ku Gargarîn bi awayekî fermî negotibû ku ew teslîmê dijmen dibin. 
Civîn dinava rewşek pir aloz û nexweş de destpê dike. Gagarîn wek fermandarê hêzê bo amadebûyan qise dike. Piştî çend gotinan, Gargarîn bi dengekî lerzok qisa dilê xwe dike û dibêje ku min û hevalên xwe biryar daye ku xwe teslîmê dijmen bikin; kê digel meye bila tevî me bêt û yên digel me jî nine, bi keyfa xwe be. Belê, Gargarîn bi wê gotin û teslîm bûnê serşoriya heta 
hetayî nesîbê xwe kir. Êdî çi şik û guman bo kesî neman û hemû ew gotin bûne rastî. 

...............DIRÊJÎ HEYE
Eger kesekî tibinî û gotinek hebe, dikare bo wê Email ê bishîne
Urmiye22@gmail.com

hesen_bazuka_2

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی