"an independent online kurdish website

Welatiyên hêja!
Xwendekarên delalkurmanc_nawend

!
Wek em dizanin, nêzî 3 dehsal û nîvan bi ser temenê Komara Islamiyta Îranê de derbas dibe. Bav û kalên me, rejîma Şa herifandin heya demokrasî li wî welatî bi cih bibe. Demokrasiyek ku ji xelkê xwe re xweşî û wekheviyê li pey xwe bîne.
Bê guman li serkarbirina wê rejîmê a şaperist, gavek bi buha bû ku xelkê Îranê di qadên jiyana xwe de ceribandin.
Lê piştî ku desthilata Islamî bi giştî hate serdestkirin, ramana berê a duruşma wekheviyê ji bîr kir.
Îro em jî bi navê neteweya Kurd li Urmiye û parêzgehên din yên Îranê, dixwazin di çarşoveya yasaya bingehîn ya wî welatî, bikaribin di jiyana xwe de bi zimanê xwe perwerde bibin. Bê guman ew yek, mafek e ku li gor yasaya Komara Islamî, Kurd jî digel neteweyên din  li Îranê divê bibin xwediyê wê mafê û mil bi milê Farsan, di pêşdeçona welat de beşdar bibin.
Bi hêviya wê ku neteweya Kurd bikaribe ji mafê xwe xwedî derkeve û destên wê neteweyê pê bigihin.
20/02/2013
Navenda Çandî Wêjeyî a Kurmanc li Zanîngehên Urmiye{jcomments off}
نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی