"an independent online kurdish website

Xuşk û birayên rêzdar, mêvanên birêzala_kurdistan_001

!

Silavên germ li we bin û pîroz be saleroja damezrandina Komara Kurdistan di 2 Rêbendana 1946 an de.

 Di dîroka xwe ya dûr û dirêj de, netewa kurd, mîna hemû miletên cîhanê azadîya xwe û serxwebûna welatê xwe xwestiye. Herçendî berxwedana ti miletan wek a kurdan dirêj nekiriye û mezinbûna qurbaniyên wan negihane pileya goriyên kurd, lê dîsa jî xewna miletê me hîn bi temamî pêknehatiye. Mixabin dagirkirên Kurdistanê li her çar welatan hîn bi mejiyê serdestiya impiratoriya kevnperest li pirsên netewî dinerin, dixwazin bi çavsorî, tundûtûjî û darêzorê pêl mafên miletan bikin, serdestiya xwe ya nijadperest û koletî berdawam bikin. Gelê kurd her mafên xwe yên azadî û wekheviyê xwestiye û bi rêyên aşîtane wê her bixwaze, lê ew ti caran ji ser şopa şehîdên azadî û wekheviyê venagere û jibo bûhayên armancên xwe jî her emade ye. Di vê berxwedana dirêj û dijwar de ronahiya stêrka komara Kurdistan ko, 2 Rêbendanê li Mahabadê hate ragihandin, her rêya azadiyê rohnî dike û armanca netewî nîşanî miletê kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê dide. Ew alaya rengîn ko, Pêşewa Qazi Muhemed emanetî nemir Mustefa Barzanî kiribû îro li başûrê Kurdistanê, gund û bajaran, dezgeh û serayan dixemilîne û rojek wê bê ko, ewê li her sê  perçeyên din jî azad û serfiraz bilind bibe.

Îro di pêvejoja demokratiyê û globalîzmê de, şiyarbûna gelên Rojhelata Navîn de, nakokiyên navbera rêjîmên dagirkir ên Kurdistanê de, deskevtinên federalîzmê li Herêma Kurdistana Îrakê de, xewna netewa kurd ji her demê bêtir nêzîk dibe, lê em hêvîdarin ko, vêca ne bi agir û şûr belko, bi rêya diyalog û aşitiya bi saya pêşkevtin û xurtbûna hêza siyasî ya  gelê kurd û têgihiştina netewên desthelatên van welatan  miletê kurd jî bigehe mafên xwe yên netewî.  

Îro destkevtinên Kurdistana Başûr ji her kesî re diyar dikin ko, pêkhatina mafên netewî yên kurd ne tenê jibo miletê kurd gerek in, lê herwiha ew şert û mercê aramî, aşitî û pêşketina tevaya gelên Rojhelata Navîn e jî. Lewra jî em piştgiriya tevgera azadixwaza miletê xwe li Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin, lê jibo ko, em karibin dagîrkeran mecbûrî diyaloga aşitiyê bikin, gereke em yekrêziya hêzên miletê xwe li bin diruşmeke netewî ya yekbûyî pêdabikin û biparêzin.

Em wek hevkariya hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî li Swêdê, nirxeke bilind didine aştiyê, hêvîdar in ku ev proseya aştiyê di navbera kurd û dewleta Tirkiyê de bi encameke erênî û dirust bidawî were û pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi riya aştiyê çareser bibe.

Em bi giştî teror û terorîzmê, nemaze van êrîşên terorîstî yên ko, roja 16.01.2013 an li Kerkûkê û Tozxirmato rûdane, bi tundî rûreş û riswa dikin. Gereke Baghdad destûra ko sund pê xwariye bicih bike, rojekê berî ya din Kerkûk û deverên din ên veqetandî vegerin sînorên idareya herêma Kurdistanê.

Herweha em kuştina hersê keçên çalakvan ên kurd ko, li Parîsê ji aliyê hêzên tarî ve hatin terorkirin û herwiha bombebarankirina gund û çiyayên Başûr û bakurê Kurdistanê bi tundî rûreş û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ko, hikûmeta Fransa lêkolîna xwe ya derbarê tawanbariya terorîst li Parîsê bi awayekî cidî bidomîne û van hêzên tarî bi lez eşkere bike.

Herçendî gelê kurd rolelek çalak û sereke di rûxandina rêjîma Şahê Îranê de lîst jî, rêjîma olî li Komara Îslamî ya Îran li sozên xwe, ta niha, xwedî derneket, kojtin û çewisandina gelê kurd dijwartir kir û heta îro jî zordariya xwe didomîne û nîşan dide ko, ew nikare çareseriyeke rawa û dirust jibo pirsa netewî û mafên meruvan pêkbîne. 

Birêzan! Wek hûn dizanin, Rojavayê Kurdistanê di vê pêvejoja dîrokî ya nazik de, ketiye rewşeke siyasî û meruvahî ya gelekî dijwar. Tevlî çewisandina hovane ya dehsalan, hêzên şovenî û tarî yên di nav rêzên şoreşa gelêriya Sûriyê û rikberiya rêjîma diktator a Alasad de jî  dixwazin dîsa bi mentalîtêt û ideolociya Albaas a nijadperest pirsa kurd û pêkhatiyên din li Sûriyê çareser bikin. Bi êrîşên çekdar, dorpêçana aborî û tevlihevkirina awlekariya herêmên kurdî, ew dixwazin kurdan neçarî koçberiyê bikin û dawiyê li pirsa kurd li Sûriyê bînin. Belê gelê kurd li Kurdistana Suriyê îro ne tenê jibo mafên xwe, belko herwiha jibo hebûna xwe liberxwe dide û pêwistî bi alîkariya birayên xwe yên perçeyên din heye. Başûrê Kurdistanê bi serokayetî, hikûmet û bi gelê xwe ve madî, manevî, siyasî û di warê dîplomasiyê de bi erkên xwe yên meruvane û netewî radibe  û bi dilûcan arîkariya kurdistana Suriye dike û  gerek perçreyên din jî erkên xwe jibîr nekin da civata kurd li vî perçeyî hevgirtî be û gelê kurd li cih û warên xwe yên dîrokî bimîne.

Em di wê baweriyê de ne ko, çareserkirina pirsa kurd kilîta demokratî, aşitî û pêşketina hemû welat û miletên herêma Rojhelata Navîn e, û pêkanîna vê armancê erkekî navnetewî û meruvatî ye. Ta pêkanîna vê armanca pîroz û serkevtina azadiyê, gelê kurd têkoşîna xwe her berdewam dike.

Hezar silav li giyanê pakî Pêşewa Qazi Muhemd û hemû şehîdên kurd û Kurdstanê bin{jcomments off}.

Herbijî bizava rizgarîxwaza netewî ya kurd, û pîrozbe salvegera komara Kurdistan.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê

Zor sipas

19-01-2013

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی