"an independent online kurdish website

Xûşk û birayên hêja

Pişikdarên birûmete Kongireya 5’mîn a HAK-PAR’êarm_pdki_nwe

Îzin dixwazim ji Rojhilatê Kurdistanê li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Partiya Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û Partiya Komara Kurdistanê ve silavên xebat û berxwedanê ji we yên rêzdar bikim. Herweha li ser navê birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî ê PDKÎ pîrozbahiya pêkanîn û lidarxistina vê kongireyê ji we dikin.

Wekî xuya û berçav kongireya we di demekê de tê lidarxistin ku Rojhilata Navîn û welatên kurdakincî di rewş û kavdanekî herî hesas û dijwar de dijîn û dem bi dem êş û janên jidayîkbûna guhertinên nû li benda wan in. Di weha pêvajoyeke dîrokî de ku bi xebat û berxwedana gelên herêmê, pêla demokrasî û rizgarbûn ji bindestiyê bûye realîte û waqi’ek haşanekirî, xuya ye ku gelê kurd jî di her parçeyek kurdistana parvekirî de vê gorî rewş û îmkanên heyî, bi metodên aştîxwazane û serdemiyane xebata sivîle xwe ji bo destveanîna mafên siyasî û netewî bidomîne û vê xebata mafxwaziya xwe ji riya diyaloga aştîxwazane û çareseriyên demokratîk bigihîjîne serkevtinê.

Em hêvîdar in ku rayedarên dewleta Turkiyê û xebatkarên gelê kurd li bakûrê Kurdistanê bi berçavgirtina berjewendiyên dûr û nizîke xwe di herêmê de bikarin bi awayekî aştîxwazane û realîstane ji bo çareseriya pirsa kurd û bingeh girtina dostayetî û hevkariya di navbera gelên turk û kurd de pêngavên bi kiryar û piratîk bavêjin û qonaxek nû ji aştî, tebayî û hevkariyê dest pê bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî rêzgirtin ji xebat û tekoşîna Partiya doste xwe( HAK-PAR) carek din tekez li ser peywendî û têkiliyên dostaneye navbera her du partiyan dike û cehda vê yekê dide ku ew peywendî li ser bingeha xebat û berjewendiya xûşk û birayênme ên kurd li her du parçên Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de roj li pey rojê mikumtir bibe.

Em weke PDKÎ tevî dubarekirina hevbendî û piştewaniya xwe ji xebata aştîxwazaneye gelê kurd li bakûrê Kurdistanê ji dewleta Turkiyê dixwazin çiqas zûtir be van givaşên li ser girtiyên siyasî, rojnamevan û çalakvanên kurd ku xebata sivîl û legal dimeşînin, rawestîne û hewil bide pirsgirêk û doza kurd li Turkiyê de gorî pîvan û pirensîpên demokratîk û dadperwerane çareser bike.

Carek din tevî pîrozbahiyek germ, heviya serkevtinê bo kongireya 5’mîn a we dixwazin.

Polîtbîroya Siyasî a PDKÎ

4’{jcomments off}ê Çiriya Paşîn a 2012’an

نویتـرین هەواڵ و بابەت


فارسی